Hesen Zîrek Hesen Zîrek belkî navdartirîn strabêjê Kurdî ye. Wî di domahiya temena xwe ya 51 salan de dora 1500 stran tomar kirin û herweha bi şêwaza xwe bandoreke mezin li ser strabêjên din kirin. Her ji ber vê yekê stranbêj di nav civaka Kurdî de wekî hunermendek xwedî cihekî taybet e.