Hikûmeta federal 10 Daişiyên jin û 27 zarokên wan ji Rojava rahiştin û anîn Almanya’yê. Lê belê ev ne yekem car bû. Almanya’yê ji Havîna 2019’an û vir çar carên din bi giştî 12 jinên Daişî û 42 zarok paş de anîne. Ev jin û zarok xeternak in? Darizandina daişiyên vegeriyayî çawa dimeşe? Ji Zentralrat der Ezide (ZED) Dr. Irfan Ortac rave dike.